Çepên Kesk: Li Colemêgê hurmetê nîşanî îradeya gel bidin
Partiya Çepên Kesk ku li Colemêrgê hersê wekîl bi dest xist, nerazîbûn nîşanî hewldanên guehrtina encamê da û xwesti hurmet ji îradeya gel re bê nîşandan.
Partiya Çepên Kesk ku li Colemêrgê hersê wekîl bi dest xist, nerazîbûn nîşanî hewldanên guehrtina encamê da û xwesti hurmet ji îradeya gel re bê nîşandan.
Di hilbijartinên 14'ê Gulanê de piştî ku dengên li gumrikan jî hatin jimartin, misoger bû ku Partiya Çepên Kesk hersê wekîl li Colemêrgê bi dest xistiye.
Partiya Çepên Kesk di hilbijartinên parlamenteriyê de li Colemêrgê ji sedî 64.05 ê dengan wergirt, AKP'ê ji sedî 19.75 ê dengan wergirt û CHP'ê jî ji sedî 6.67 ê dengan bi dest xist.
Oznûr Bartin ê ji Partiya Çepên Kesk hatiye hilbijartin, tevî endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Abdûllah Zeydan û Hevserokê HDP'ê yê Geverê Şoreş Dîrî li ser encamên hilbijartinê li buroya têkiliyê ya hilbijartinê ya Geverê daxuyanî dan.
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Abdûllah Zeydan spasiya şêniyên bajêr kir û bang li rayedaran kir ku hurmetê nîşanî îradeya gel bidin.
Zeydan anî ziman ku bi tevlîkirina dengên gumrikê re Partiya Çepên Kesk bi 2 hezar û 800 dengên zêde hersê wekîl bi dest xist û got, "Em bang li serokên desteyên hilbijartinê yên navçeyê û rayedaran dikin ku li gorî raporên mohrkirî tevbigerin. Guhertina vê yekê, zêdekirina dengan li aliyê AKP'ê wê ji aliyê vî gelî, hiqûq û edaletê ve neyê qebûlkirin. Em li bendê ne ku her kes hurmetê nîşanî vê îradeya xelkê Colemêrgê bibe."